NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên sûrî ji du mêhwerên Bûkemal û Meyadînê gihêştin hev

Hêzên artêşa Sûriyê ku ji midehek berî niha ve ji başûrê rojhilata Meyadînê ber bi bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrazorê li halê operasyonê bûn, îro çarşemiyê li derdora vî bajarî gihêştin hev.

 Li gorî rapora Fars Newsê, çavkaniyeke  eskerî îro piştî nîvro raghand:  Hêzên sûrî ku li derdora Bûkemalê gihêştine  hevriyên xwe, di bin fermandetiya serheng Suhêyl El-Hesen  ji fermandeyên  artêşa Sûriyê bûn.

Çavkaniyên eskerî vê sibê raghandin: Artêşa Sûriyê û hevpeymanên  wê li derdora başûrê Dêrazorê 15 km an ji hêzên sûrî û hevpeymanên xwe li Bûkemalê dûr in.

Vê çavkaniya  Esker her wiha raghand: Yekînên artêşa Sûriyê li halê kemilandina  operasyona  azadkirina  hin gundan in ku ketine kêleka  rojava ya çemê Firatê.

Hêzên sûrî li vê mêhwerê karîn ku gundên  El-Cela, El-Remadî, El-Beqan, El-Hesran, El-Berhem, El-Meslexe û El-Selamê li rojava  Bûkemalê azad bikin.

Piştî azadkirina  Bûkemalê li başûrê parêzgeha Dêrazorê li 19 Mijdarê, bajarekî giring  di kontrola koma terorîstî ya DAIŞê de nemaye û bajarok û gundên biçûk yeko yeko li halê paqijbûnê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu