İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hêzên sûrî ketin nav taxên di destê Kurdan ên li bajarê Helebê

Çavkaniyên sûrî ji ketina artêşa vî welatî nav çend taxên li bakûrê rojavaya bajarê Helebê ji bo cara yekemîn agahî dan.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Ajansa nûçeyan a El Neşrê, hêzên artêşa Sûriyê, ji bo cara yekemîn ketin nav taxên Şêx Meqsûd, El Eşrefiye û El Heyderiyê li bakûrê rojavaya bajarê Helebê û alaya vî welatî li ser avahiyên dewletî yên vî bajarî daliqandin.

Navçeyên ku artêş li ser wan serdest bûye dema hebûna komên terorîst li bajarê Helebê, di destê hêzên Kurd de bûn ku piştî azadkirina bajarê Helebê jî li wan navçeyan bûn.

Kanala nûçeyan a El Meyadînê jî ragihand: Yekîneyên Kurd, piştî hevahengiya bi artêşa Sûriyê re, kontrola taxên El Şêx Xizir, El Helek û Bustan Paşayê ku ketine rojhilata Helebê, raberî artêşa Sûriyê kirin.

 

Exit mobile version