IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû bajarê Mûsilê û li wir bi fermandarên Artêşa Iraqê re li hev civiyan

Di daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê de hat diyarkirin ku piştî avahiyên fermî yên li rojavayê Mûsilê hatin rizgarkirin, Serokwezîr Heyder Ebadî çû serdana bajêr.

Hat ragihandin ku Ebadî li biryargehê operasyon şopandiye û di derbarê geşedanan de ji fermandaran agahî girtine.

Tê zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro li rojavayê Mûsilê avahiya parêzgarî, meclîsa bajêr, şaredarî, muze û Serkonsolxaneya Tirkiyeyê kontrol kiribûn.

Ji aliyê din ve çapemeniya herêmî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî piştî Mûsilê wê derbasî bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê be û hat gotin ku wê li wir di derbarê pirsa bîrên petrolê yên Şîrketa Petrola Bakur a Iraqê de bi rayedarên YNKê re bicive. (BANGE İSLAMİ)

Başa dön tuşu