Hêzên yemenî 2 balafirên sîxorîyê yên Hevalbendîya Seûdî li başûra Erebistan jorda xistin
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê, 2 balafirên sîxorîyê yên bêfirokevan ên Hevalbendîya Seûdî li devera Cîzanê li başûra Erebistanê jorda xistin.
Li gorî rapora kanala nûçan a Al Mesîrê, hêzên yemenî herwiha pêşdehatina eskerên erebistanî û sûdanî li devera Cîzanê asteng kirin û derbên giran li wan dan.
Li gorî vê raporê, di encama vê pevçûnê de gellek kirêgirtî hatin kuştinê yan jî birîndar bûn.
Çavkanîyên meydanî li Yemenê ragihandin, piştî jordaxistina balafirê bêfirokevan ên sîxorîyê yên Erebistanê, hejmareke zêde ya çek û rextan ketin destê artêş û hêzên gelanî yên Yemenê.
Li perravê rojavaya Yemenê jî, hêzên artêşa vî welatî karîn di encama êrişa ser çeperên zorbêjên seûdî û kirêgirtîyên wan li devera Tehîtayê de derbên giran li wan xistin.
Ji hêla din ve, hêzên seûdî gundên ser bi şarê Razih li parêzgeha Seidê li bakura Yemenê dan ber rokêt û topan.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an ve dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan welatîyên yemenî jî aware bûne.
Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya xwarek û dermanan aniye.