Hêzên yemenî balafireke din a cengê ya Erebistanê jorda xistin
Çavkanîyên artêş û hêzên gelanî yên Yemenê raghiandin ku hêzên hanê balafireke din a cengê ya zorbêjên siûdî li Yemenê jorda xsitin.
Li gorî rapora televîzyona Al Masîrê ya Yemenê, hêzên pedafenda hewayî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê balafireke din a cengê ya modêl F-15 ya zorbêjên siûdî li esmanê Senaya paytexta Yemenê kir armanc û jorda xistin.
Hêzên pedafenda hewayî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê duh jî balafireke cengê ya hevabendîya ereb a bi serkirdetîya Rîyazê li parêzgeha Seidê li bakûra Yemenê jorda xistin.
Li gorî vê raporê, artêş û hêzên gelanî yên Yemenê di sala buhurî de, hezar û 569 maşînên leşkerî yên hevalbendîya ereb a bi serkirdetîya Erebistana Siûdî têk birin û pedafenda hewayî ya yemenîyan jî 29 balafirên cengê, helekoptêr û balafirên bêfirokevan ên zorbêjên siûdî jorda xistine.