EfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Bota koçberan noq bû: 17 mirî

Bota ku koçberan dibir li nêzî grava Batamê ya ku dikeve bakurê welatê Endonezyayê noqê avê bû û di encamê de jî 17 koçber jiyana xwe ji dest dan.

Bota ku 93 koçber lê sivar bibûn li nêzî grava Batamê ku dikeve bakurê Endonezyayê binav bû. Rayedarên Endonezyayê ragihandin ku 17 koçber jiyana xwe ji dest dane, 39 kes jî hatine rizgarkirin û lêgerînên xilas kirinê jî dewam dikin. Hate diyarkirin ku bota koçberan ji eyaleta Johorê ya Malezyayê bi rê ketiye û dixwest biçûya grava Batamê. Hate eşkere kirin ku koçberên di botê de karkerên Endonezyayê ku li Malezyayê dixebitîn in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu