NûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên yemenî nêzîkî Bendera Mexayê bûn

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê duh danê êvarê piştî pevçûneke giran li hemberî kirêgirtîyên siûdî giheştin derdora Bendera Mexayê li perravên Deryaya Sor li parêzgeha Teizê.

Li gorî rapora PressTV`yê, pêşdaçûna hêzên yemenî li opêrasyona vê dawîyê işkesteke mezin jibo siûdîyan tê hesêb.

Kirêgirtîyên siûdî opêrasyona dagirkirina xeta perravê ya 450 kîlomêtrî ya Yemenê li Deryaya Sor ji destpêka vê mehê va destpê kirin.

Ji hêla din ve, di encama êrişên bi mûşekan ên hêzên yemenî ser deverekê li nêzîkî tengava Ban ul Mendebê da, hejmarek fermandeyên pilebilind ên erebistanî hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu