ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên Yemenî pêgeha eskerî ya Erebistanê li Necranê hedef girtin

Yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê şeva îniyê ragihand ku wan bi mûşekekî balistîk , pêgeha eskerî ya Erebistanê li Necranê kire hedefa êrişa xwe.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê şeva îniyê destnîşan kir ku wan bi mûşekekî balistîk , pêgeha eskerî ya Erebistanê li navça El-Wacib li derûdora Necranê kire hedefa êrişa xwe.

Ykîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê arşemê şev jî embarên nifta Erebistanê li bajarê Cîzanê li başûra rojavaya vî welatî bi mûşekekê kire hedefa êrişên xwe.

Şeva bihurî jî yekîneya Topxaneyî, yekîneya mûşekî ya artêş û hêzên gelanî yên Yemenê pêgehên eskerî yên Erebistanê li Necranê kirine hedefa êrişên xwe.

Pêştir Şeref Luqman berdevkê artêşa Yemenê ragihandibû, heta Erebistan dest ji destdirêjî û dorpêça Yemenê ber nede û xelkê sivîl bike hedef, jêravayiyên abûyî yên destdirêjkeran dikevin ber hedefa êrişên me.

Destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê ji Adara 2015an ve bûye sedema kuştin û awareûna  bi milyonan yemeniyan û xopana  binavahiyên  vî welatî.

Başa dön tuşu