CîhanEwropaNûçe

Madûro Yekîtiya Ewropayê rexne kir

Serokomarê Venezuêlayê helwêsta Yekîtiya Ewropayê li bara gotûbêja dewletû dijberên Venezuêlayê red kir.

Li gorî rapora Farnce Pressê, Piştî Fêdêrîka Mogirînî, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê ragiha dku eger gotûbêja navebra dewlet û dijberên Venezuêlayê serê xwe negire, ewê Karakasê boykot bikin, Nîkolas Madûroyê serokomarê Venezuêlayê got: Mogirînî dixwaze bi gotinên xwe derbarê gotûbêjên aştiyê navebra dewlet û dijberên Venezuêlayê zextê bîne, lê ev gotin serşûrî û dûrî mentiqê ne.

Nûnerên dewleta Nîkolas Madûroyê serokomarê Venezuêlayê û dijberên vî welatî roja Pêncşemiyê ragihandin ku li gotûbêjên xwe li Girava Barbadosê jibo çareserkirina qeyrana Venezuêlayê pêşde çûne.

Dewlet û dijberên Venezuêlayê di dora vê dawiyê ya gotûbêja li Barbadosê bi amadebûna Norwêjê, li bara damezirandina Komîteya hertimî ya hevpar jibo dewama gotûbêjan  û hilkolandina rêyên derbasbûna vî welatî ji qeyrana Siyasî li hev kirin.

Gotûbêja dewlet û dijberên Venezuêlayê Gulana 2019an bi armanca derketina vî welatî ji astengiyê û qeyrana siyasî ya niha, dest pê bû û dora duyem jî li Osloya paytexta Norwêjê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu