ÎranNûçeRojhilatanavin

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî: Em di nav meydaneke mezin a şêr da ne

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişande ser şerê mezin û lihevaliyayî yê bereya li hemberî Komara Islamî ya Îranê û got: Em di nav meydanekî mezin a şêr da ne ku aliyekî wî şerî nizama Komara Islamî û aliyê din jî bereyekî berfireh û bihêz a dijminan e.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî, rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê li hevdîtina xwe ya îro çarşemê tev wezîr, berpirs û parek ji karmendên Wezareta Itelaata Îranê, dezgehên sîxorîyê yên aliyê dijî Îranê “mêhwera sereke ya wî şerî“ da zanîn û got: Servîsên îstixbaratê yên aliyê li hemberî Îranê bi hemû îmkanatên xwe heta niha nekarîne tu pêngavekî girîng dijî me hildin.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî destnîşan kir: Helbet eger em li vî şerî rastî xifletê werin em dê tûşî işkestê bibin û eger em baldar û jîr nebin dê derbeyê bixwen.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişande ser vî şerê lihevaliyayî yê lêzanîn û istixbaratê û ragihand: Li vî şerî, rê û rewşên curbicur ji wan “tesîrdanîn û dizîna lêzanînan“, “guhartina nêhrîna kesên ku biryarê digirin“, “guhartina bawerên xelkê“heta “çêkirina aloziyên abûrî û darayîyê“ û çêkirina aloziyên ewlehiyê“di destûrkarê de ne.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî bal kişande ser rudawên vê dûmahîkê li bazara diravê biyanî li welêt û destnîşan kir: Çaxê mirov bi hûrî û kûrî berê xwe dide van babetan dibîne ku destê biyaniyan û sîstemên istixbaratê yên wan bibaşî tê dîtin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê destnîşan kir: Pêwîst e li vî şerî û li hemberî van pilanên bereya dijî me bisekinin û bona serketina li hemberî dijmin bilî berevaniyê pêwîst e pilana êrişkirinê jî hebe, bi curekê ku meydana vî şerî ji hêla servîsa lêzanîn û agahîyan a me va bê kifşkirin.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî pêgirî li ser  pêwîstiya bizava inqilabî û inqilabîmayîna sedî sed a wezareta Itilaata Îranê kir û “pilandarêjîya demdirêj pê pêşbînîkirina rudawên pêşerojê û hilkolandin û nirxandina deqîq a agahî û lêzanînan“ yek ji riyên sekinîna Wezareta Itilaata Îranê li hemberî plana bereya dijî inqilabê da zanîn.

Başa dön tuşu