ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Serketina lêkolên îranî derheq berhemanîna vaksena kanserê

Lêkolên lêkolîngeha teknolojiyên nû yên biyolojiyê ya Ibni Sînayê ya Îranê karîn ku wakseneke jibo pêşîlêgirtin û dermankirina kanserê li faza heywanî berhem bînin.

Cihînerê planê û endamê taxima  zanistî ya lêkolîngeha teknolijiyên nû yên biyolojiyê yên cihada danişgahî ya içIbnê Sînayê li gotûbêja  bi nûçegihanê ISNA`yê  re bal kişand ser vê yekê ku şêwaza dermankirina ewleh şêwazek jibo dermankirina kanserê ye û got : Ser vê esasê em hewl didin ku bi vaksenê hînî beden bikin ku li bara geşekirina silûlên kanserê bi hişmendî reftarê bikin û geşekirina wê kontrol bike an wê ji nav bibe.

Dr. Hucetullah Rebanî cihhênerê planê li bara plana  berhemanîna  waksenê jibo kanserê agahî da û destnîşan kir : li vê plana lêkolînê me dixwest ku  mîna  hin nexweşiyan ku waksenê wan hene jibo girtina pêşiya kanserê, vaksenekê berhem bînin ku ji sawatiyê li zarokan biweşînin da ku ew tûşî kanserê nebin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu