AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Hezretê Îmam Elî Xameneyî: Welatên Asiyayê divê zûtirkê bi hev ra bixebitin û hevkariyê bikin

Rêberê mezine ê cîhana îslamî got: Welatên Asyayê divê zûtirkê bi hev ra bixebitin û hevkariyê bikin ji ber ku ev hevkariya dibe sebeba bihêzbûna wan.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî Rêberê mezine ê cîhana îslamî îro yekşemê li hevdîtina Maytrîpala Sirîsêna serokkomarê Serîlankayê bal kişand ser peywendiyên çandî û dîrokî di navbera du welatan de û herwiha peywendiyên wiha di navbera welatên nîvparzemîna Hindûstanê de û peywendiyên tecarî di navbera Îranê û Serîlankayê de li rewşa vê demê pir kêmtir ji zirûfên heyî da zanîn.

Rêberê mezine ê cîhana îslamî Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî pêşketinên zanistî, teknîkî û lêkolînî yên Îranê mjareke baş ji bo berfirehkirina hevkariyên du welatan da zanîn û got: Komara îslamî ya Îranê ji bo qahîmkirina dostî û hevkarî tev dewlet û welatê Serîlankayê amade ye û li vê babetê da divê rêketinnamên hevkariyê yên ku îro du navbera du welatan da îmza bûne bi awayekî cidî were şopandinê û bikevin ber meryetê.

Maytrîpala Sirîsêna serokkomarê Serîlankayê jî silavên germe dewlet û gelê xwe pêşkêşî rêberê mezine inqilaba îslamî kir û îran ji babeta teknîkî, zanistî û zanîngehî ji welatên herî pêşketî da zanîn û hêvîdariya xwe diyar kir ku di encama zêdebûna hevkariyên du welatan Serîlanka jî bikaribe ji pêşketinên zanistî yên Îranê sûdê verbigre.

Başa dön tuşu