Hezretê Seyid Îmam Elî Xamanêyî seredana nîşangeha kelûpelên îranî li Huseyniyeya Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) kir û ji nêzik va agahiyên li ser derfet û şiyanên berhemêneran û pirsgirêk û dilgiraniyên wan bi dest xistin.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya ofîsa Hezretê Seyid Îmam Elî Xamanêyî, li vê seredanê ku berêvariya roja bihurî anku Yekşemiyê pêk hat, Hezretê Seyid Îmam Elî Xamanêyî seredana 77 odeyên berhemên îranî li pişkên cûrbicûr kir û ji nêzik va li bara derfet û şiyanên berhemêneran, pirsgirêk û dilgiraniyên wan û her wiha asta pêşwaziya xelkê ji kelûpelên îranî agahî bi dest xistin.
Hezretê Seyid Îmam Elî Xamanêyî li vê seredanê tevî sipasiya ji berhemênerên îranî û pesindana çawanî û kualîteya kelûpel û berhemên heyî li nîşangehê, li ser pêwîstiya girtina pêşiya derkirrîna bêberbend û têkoşîna dijî qaçaxê pêgirî kir û hin ferman ji bo şopandin û çareserkirina pirsgirêkên berhemêneran dan.
Hezretê Seyid Îmam Elî Xamanêyî li seredana xwe ya nîşangeha kelûpelên îranî ji wezîrê Teavon, kar û rihetiya civakî xwest ku bi awayekî ciddî mijara çareserkirina pirsgirêkên hilêxistî li vê seredanê li desteya wezîran bişopîne.
Hezretê Seyid Îmam Elî Xamanêyî roja 20`ê Adara 2018`an li peyamekê bi boneya destpêbûna sala nû anku sala 1397`an a Koça Tavî, sala nû wek sala “piştgiriya ji kelûpelên îranî“ bi nav kir.