ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî: Heke Parêzvanên Tirbên Ehli Beytê (S) nebana, meşa Erbeînê jî nebiba

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî di vê hevdîtinê de ku roja duşem 22`yê Cotmehê pêk hat, bal kişand ser vê yekê ku pêngava Parêzvanên Tirbên Ehli Beytê (S) ya di van salên dawîyê de dişibe hereketa kesên ku di serdema xelîfeyên Ebbasî de bi fidakirina canê xwe nehîştin ku qebra Imam Hisên (S) were jinavbirinê û got: “ Heke wan kesana fidakarî nekirina, roja îro rûmet û heybeta mihbeta hezretê Imam Hisên (S) bi vî rengî dinya nedigirt ber xwe.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî bal kişand ser pişkdarîya mirovên ji welatên curbicur di meşa ji bo pişkdarîya di merasima Çillê Imam Hisên (S) de jî û got: Xîmê yekem û sereke yê vî karî wan kesan danîn ku di rastîyê de canê xwe ji bo seredana qorna hezretê Imam hisên (S) fida kirin û heke ew kesên têkoşer nebana, dijmin gihîştibû çend kîlomêtrîya Kerbelayê û nêzîkî mezela hezretê Imam Hisên (S).

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî di vê hevdîtinê de herwiha got: Parêzvanên Tirbên Ehli Beytê (S) belaya dijminan ji dînê islamê û misilmanan dûr kirin û van ciwanana karekî mezin kirin û bi hezkirina Xwedê cîhana islamê yê di pêşerojeke ne ewqasî dûr de bereketên wan bibîne.

Başa dön tuşu