NûçeRojhilatanavinZanîstî

“Hîdrojena Zêr” ardûya pêşeroja cîhanê

Li gorî texmîna lêkoleran, di pêşerojê da Hîdrojena Xwezayî ya li kûrahiya seyroka Erdê dikare wek ardû were bikaranîn.

Li gorî rapora Financial Times’ê, Mirov di hezarsalên bê da bêyî ti nîgeraniyekê dikare Hîdrojena xwezayî ya li kûrahiya erdê bi kar bîne. Ev hîdrojen ku wek Hîdrojena Sipî, Hîdrojena Xwezayî an jî Hîdrojena Zêr tê binavkirin, di encama hevdudaniya avê digel madeyên alî li kûrahiya erdê û ji ber tîn û guvaşa gellekî zêde berhem tê.

Roja îro zêdetirî 90 miliyon ton Hîdrojen li cîhanê berhem tê ku tevahiya wê ji aliyê mirov va tê çêkirin; cûreyên van Hîdrojenan Hîdrojena Şîn û Hîdrojena Kesk e.

Başa dön tuşu