CîhanNûçeRojhilatanavin

Amerîka ji bo ‘êrişên terorî’ hemwelatiyên xwe hişyar kirin

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Misrê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî de got: “Berê jî çendîn caran perestgehên xrîstiyanan rastî êrişên terorî hatin û mumkin e êrişên nû pêk werin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ji hemwelatiyên amerîkî yên ku li Misrê dimînin hat xwestin ku baldar bin û hetanî fermaneke din mîsyona Amerîka ya li welat ji xeyrî Kahire el-Kubra (Kahireya Mezin) wê serdana tu perestgehan neke.

Balyozxaneyê berî êrişa Minya ya Misrê ku di 26ê Gulanê de pêk hat û di êrişê de 29 xrîstiyanên qiptî hatin kuştin hemwelatiyên xwe hişyar kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu