CîhanIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Berteka parlimanterên iraqî li hemberî biryara nû ya Trump

Meclisa Iraqê wekî berteka li hemberî biryara vê dawîyê ya Waşîngtonê ya qedexekirina serdana welatîyên çend welatên misilman bo Amerîkayê, xwest ku serdana amerîkîyan bo Iraqê were qedexekirinê.

Li gorî rapora PressTV`yê, hesen Şoyred alîkarê serokê komîteya karên derve ya meclisa Iraqê got ku ev komîteya dixwaze ku bersivek li hemberî fermana nû ya serokomarê nû yê Amerîkayê bê dayînê.

Henan Fetlawî endama komsyona derve ya meclisa Iraqê jî pêkutî kir ku em ji dewleta Iraqê dixwazin ku bertekeke guncav li hemberî biryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê nîşan bide û di çarçovên dîplomatîk û protokaln da bikeve dewrê.

Wê herwiha got: Dewleta Iraqê divê li hemberî vê kiryara amerîkîyan bisekine û yan wan kirîye, bike, ji ber ku nedayîna vîzeyê bêrêzîya li iraqîyan û zilma li gelê Iraqê û binpêkirina qanûnên navnetewî û mafên mirovan e.

Ehmed Cibûrî endamê komsyona derve ya meclisa Iraqê jî got ku ev komsyona ji dewlet û wezareta karên derve ya Iraqê dixwaze ku helwesteke guncav nîşan bide, bi awayekî ku welatîyên iraqî ku li xeta pêşîn a şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê ne, hesta serbilindî û şanazîyê bikin.

Biryara serokomarê Amerîkayê ya qedexekirina seredana welatîyên 7 welatên misilman ji wan Iraqê bo Amerîkayê, bûye sedema birêketina pêleke nerazîbûnê li Iraqê.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê înîyê şevê fermana sînordarkirinên berfire ya hatina penaber û koçberên ji welatên islamî ji wan ên Îran, Iraq, Sûrîye, Sûdan, Lîbî, Sûmalî û Yemenê bo axa Amerîkayê wajo kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu