IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê qedexeya ku li ser hinek welatiyên Rojava û Sûriyê hatibû danîn, rakir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê qedexeya ku li ser hinek welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatibû danîn, rakir.

Di nivîseke fermî de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ferman da rêvebiriyên niştecîbûnê li her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê da ku qedexeya çûnûhatinê li ser navên hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bê rakirin.

Xeta sor yan jî qedexe li ser navê wan kesan dihat danîn, yên ku bi serdan ji Rojavayê Kurdistanê dihatin Herêma Kurdistanê lê di dema xwe de venedigeriyan.

Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKS) ragihand, ku hejmara welatiyên ku ber vê lêborînê dikevin, bêtirî 8 hezar kes in û ji bo vê biryarê jî, bi fermî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Başa dön tuşu