IraqNûçeRojhilatanavin

Hikumeta Iraqê: “7 terorîstên biyanî hatin îdamkirin”

Wezareta Dadê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 7 terorîstên biyanî bi tawana piştgiriya ji karên terorîstî hatin îdamkirin.  Wezîrê Dadê yê Iraqê, Heyder Zamlî, di daxuyaniya xwe de ragihand ku dosyeyên wan 7 terorîstan, li gorî rêkarên yasayî yên dadgehê hatine birêvebirin û piştî pejirandina serokomarê Iraqe, Fûad Mesûm, ew terorîst hatine darvekirin. Heyder Zamlî dema darvekirina wan 7 kesane eşkera nekiriye, lê ragihand ku ew heft kesên ku welatiyên biyanî yên ereb bûn û bi pêkanîna karên terorîstî li Iraqê re, tewanbar bibûn. Ji ber şerê eşîrî û êrişa koma terorîst a DAIŞ`ê û rêxistina terorîst a El-Qaîdê, bi hezaran çekdarên ereb û ewropî, berê xwe dane Iraqê û beşdarî karên terorîstî yên bixwîn kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu