IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê kontrola devera Kesk girt destê xwe

Fermandariya opêrasyona hevpar a Iraqê ragihand ku artêşa vî welatî kontrola devera Kesk a Bexdayê girtiye destê xwe û rayedarên berpirs rewş tam xistine bin kontrola xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, li gorî agahiyan hêzên ewlehiya Iraqê neraziyên ku êrişî birin ser devera ewlehiyê ya Kesk a Bexdayê, dan ber gulleyan.

Di navbera xwepêşanderan û polîsan da şer derket û di encamê da kesek hat kuştin û 17 kes ji wan çend serbaz jî birîndar bûn.

Fermandariya opêrasyona hevpar a Iraqê ragihand ku van neraziyana pişkdariya hêzên artêşê û hêzên iraqî li opêrasyona azadkirina Felûcê wek firsend bi kar anîn û hewl dan ku navend û saziyên dewletê dagir bikin.

Xwepêşanderên alîgirê çaksaziyan li Iraqê duh piştî nîvro bi dû bêencambûna hewldanên jibo çareserkirina qeyrana siyasî ya vî welatî, derbasî nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî bûn.

Berî viya nerazî ketin avahiya parlimanê û hêrsbûna xwe li bara sistiya berpirsan nemaze parlimanteran li warê dayîna dengê pêbaweriyê bo kabîna nû ya serokwezîri nîşan dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu