AborîIraqNûçeRojhilatanavin

Hikûmeta Iraqê di salvegera Komkujiya Helebceyê de, biryar da ku wek parêzgeh budçeya dahatên petrolê ji bajarê Helebceyê bişîne

Endamê Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdulah 29emîn salvegera komkujiya Helebceyê 16ê Adarê de ragihand, “Piştî ku wan daxwaz ji Wezareta Petrolê ya Iraqê kiriye ji bo beşa petrola Helebceyê taybet were şandin, îro 16ê Adarê biryar hatiye dayîn ku weke parêzgeh pêwendî bi Helebce re bikin.”

Ebdullah herwih diyar kir, li gor biryarê di vê mehê de Wezareta petrola Iraqê wê beşa sotemenî ya Helebce weke Parêzgeh bişîne û Wezareta Petrola Iraqê bi nivîsa biryarê arasteyî kompaniya dabeşkirina berhemên petrolê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu