IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Hikumeta Kanadayê heyetekê ji bo ezdiyan dişîne Iraqê

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Welatîbûn û Koçberiyê McCallum, dê heyeteke kifşkirinê ya girêdayî wezareta Kanadayê ji bo pirsgirêka ezdiyan here Iraqê.

Li gorî zanyariyên berdest, rêvebiriya Kanadayê ji bo rewşa êzdiyan tespît bike heyetê dişîne Iraqê. Wezîrê Welatîbûn û Koçberiyê John McCallum di parlamanetoyê de ragihand ku wan biryareke daye êzdiyan ji komkujiyê xilas bikin.

McCallum di axaftina xwe de got: “Ev pirsgirêk cidî ye û em dixwazin derbarê wan de hemû zehmetiyan hîn bibin. Komeke kifşkirinê ya girêdayî wezareta me dê here Iraqê ku pirsgirêkan li cihê xwe bibîne û ew ê rastiyan tespît bike.” Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Wezîr McCallum de derbarê heyet, wê herin ku, bi kî re hevdîtinan bikin û mijarên wek van de agahî nehat dayîn. Lê hat gotin ku heyet wê di nav hefteyek an jî du hefteyan de here Iraqê.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu