İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hikûmeta Sûriyê ji bo çandina bexçeyan tovên sewzeyan dide şêniyên Deyr ez Zorê

Gelê bajarê Deyr ez Zor a bakurê rojhilatê Sûriyê ji şerê navxweyî û dorpêça 2 salan a DAIŞê bêzar bûye. Ji xeynî xwarinên bingehî peydekirina şînkayiyan li bajêr pir zehmet e. Hikûmeta Sûriyê ji bo şêniyên ku bexçeyên wan heye, alîkariya tovên sewzeyan dike.

Berpirsê Berhemên Çandiniyê yê Deyr ez Zorê Mehmûd el Hayû di hevpeyvîna xwe ya bi Spûtnîkê re de, da zanîn ku erdên çandiniyê yên dorûbera bajêr hatine tunekirin û rêyên anîna berhemên çandiniyê jî hatine girtin.

El Hayû got ku hikûmeta Sûriyê 300 sindoqên 4,5 kîlogramî yên tije tovên çandiniyê ji wan re şandine. Di nav wan sindoqan de jî tovên 4 cureyên sewzeyan û rêziknameyên awayê çandina wan hatine danîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version