ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta karên derve ya Îranê: Dirêjkirina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê, berovajî rêketinama navokî ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got ku pejirandina dirêjkirina dema boykotên dehsalî yên Amerîkayê li dijî Îranê li Meclisa Nuneran û Sênaya Amerîkayê, li dijî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û sozên Amerîkayê ye.

Li gorî rapora dayra ragihandinê ya wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro wekî berteka li hemberî pejirandina dirêjkirina dema boykotên dehsalî yên Amerîkayê li dijî Îranê li Meclisa Nuneran û Sênaya Amerîkayê got: Ev dirêjkirina dema boykotan li dijî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û sozên Amerîkayê li çarçova mafên navnetewî yên destnewerdana li peywendîyên navxweyî û navnetewî yên welatên din e.

Behram Qasimî herwiha got: Dewleta Amerîkayê berpirs e ku sozên navnetewî yên wî welatî cih bîne û alûgurên sîyasî yên nav Amerîkayê nikarin pînekirinek jibo sistî xwevedizîna ji cihanîna sozên navnetewî yên wî welatê bên hesêb.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Îranê lihevkirinên xwe yên navnetewî berçav girtine lê, hemî şert û merc, pêşbînî û amadekarîyên pêwîst jibo parastina kêrhatî, xurt û bitivdîr a mafên gelê Îranê di her rewşekê da dabîn kirine.

Qasimî pêkutî kir, Îranê helwest û pêngavên dewleta Amerîkayê di vî warî da şopandine û yê raporeke tam raberî desteya çavêdrîya ser cihanîna rêkeitnama navokî ya Îranê  ûKoma 5+1`ê bi merema biryardayîn û pêngavên pêwîst bike.

Pêşnîyarqanûna dirêjkirina dehsalî ya boykotên li dijî Îranê bi 99 dengên Erê û bêyî dengên Na, şeva buhurî li Sênaya Amerîkayê hat pejirandin. Berî vîya meclisa nuneran a Amerîkayê jî pêşnîyarqanûna dirêjkirina dehsale ya boykotên li dijî Îranê bi piştgirîya her dy partîyên Komarxwaz û Dêmokirat pejirandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu