AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Lihevkirina Îran û Amerîkayê ser peymaneke 17 milyar dolarî

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, meha Çileya buhurî hema bêje mehekê piştî têgiheştinama ligel Airbus a Fransayê jibo kirrîna 118 balafirên vê şîrketê, cîgirê karên navnetewî yê wezîrê çêkirina rê û bajarên Îranê li gotûbêja ligel nûçegihanê Tesnîmnews`ê, gotibû ku pêşniyara muzakirê ji aliyê Kompaniya Boîngê va di destpêka meha Çileya buhurî bo Îranê hat û û em ê bi wan ra muzakirê bikin.

Îranê modêla 737 ya van cure balafirana bijartiye ku baştir e lê şîrketên geştên esmanî modêla balafiran kifş û diyar dikin. Kirrîn balafiran ji Boîngê jî yê bi awayê kirêkirina bi şertê kirrînê û bêyî garntiya dewletê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu