EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên dreve yê Fransayê gihêşt Têhranê

Wezîrê karên derve yê Fransayê bi taximeke pilebilind ê siyasî û aborî û jibo hevdîtina bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê gihêşt Têharnê.

 Jean Marc Ayrault ,wezîrê karên derev yê Fransayê li çarçova sefereke du rojî duh berêvarê gihêşt Tehranê  ku îro xêncî hevdîtina tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve  tev  Hesen Rûhanî serokê komara Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û Elî Şemxanî sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê hevdîtinê pêk bîne û ser meselên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêjê bike.

Biryar e wezîrê karên derve yê Fransayê roja sêşemiyê tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li yekim civîna  komsîyoan hevpar a hevkariyên  aborî yê her du welatan beşdar bibe û reşnivîsa hevhatinekê  bide wajokirinê.

Li gorî gotina Mecîd Text Rewçanî,alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa  Ewrûpa û Emerîkayê, sefera wezîrê karên derve yê Fransayê ya Têhranê, dewama gotûbêjên  siyasî yên sîstematîk navbera Îran û Fransayê, hevhatinên  îmzebûyî navbera her du welatan û lidarxistian  komîsyona  hevpar a hevkariyên aborî navbera Îran û Fransayê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu