AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf bi endamên koma hevaltiya parlimanî ya Partya LDP ya Japonyayê

Wezîrê karln derve yê Îranê, sibeha pêncşemiyê ser dema navçê li dewama sefera xwe ya bo Japonyayê, li taştêyeka xebatê ya tev endamên koma hevaltiya parlimanî ya Partya desthilatdar a Lîbral Demokrat a Japonyayê (LDP) hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA`yê, her du alî di vê hevdîtinê de bal kişand ser rola girîng a koma hevaltiya parlimanî ya Partya Lîbral Demokrat a Japonyayê (LDP) li pêşdabirina peywendiyên dostane yên di navbera Îran û Japonyayê û li bara meselên ku her du alî hes dikin û berfirehkirina hevkariyên parlimanî û meselên herî girîng ên navçeyî û navneteweyê gotûbêj kirin.

Li gorî bernameya ku hatiye ragihandin, Zerîf, herwiha îro pêncşemiyê wê bi Şînzo Abê, serokwezîr û Soko, wezîrê bazirganî û pêşeya Japnyayê ya ser navê Metî re hevdîtinê pêk bîne.

Serokê sîstima dîplomasiya Îranê, roja çarşemiyê jî bi Fomiyo Kîşîda, hevtayê xwe yê japonî li cihê wezareta karên derve yê vî welatî, hevdîtin û gotûbêj kiribû.

Sefera Zerîf a bo Japonyayê li ser vexwendina fermî ya Fokiyo Kîşîda û piştî bi dawîhatina sefera dewrî ya bo welatên Hindûstan û Çînê pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu