AsyaCîhanNûçeRojhilatanavin

Hilbijartina Parlimanî li Hindê de bi dawî hat

Qonaxa herî dawiyê ya Hilbijartina Parlimanî li Hindê roja Yekşemiyê hat lidarxistin û beşdaran jibo hilbijartina 59 nûnjerên parlimana vî welatî dengê xwe avêtine nav sindoqan.

Encamên tevahiya navendên dengwergirtinê di Hilbijartina Parlimanî li Hindê de dê roja 23ê Gulanê bên ragihandin.

Berfirehiya zêde, gelheya pirr û ji hemiyan girîngtir kontrola ewlehiyê di pêvajoya wergirtina dengê gel de, bûye sebeb ku Hilbijartina Parlimanî li Hindê di 7 qonaxan de were lidarxistinê.

Pêvajoya dengwergirtinê di dora hevdehem a Hilbijartina Parlimanî li Hindê de ji 11ê Nîsanê ve dest pê bû û heta roja 19ê Gulanê hat domandin.

Başa dön tuşu