IraqNûçeRojhilatanavin

Şex Qeys Xezelî: Eger hêzên Amerîkayê li Iraqê xwe venekşînin, wê demê Heşdî Şeibî dê li dijî wan şer bikin û wan naçarî çûna dervey Iraqê bikin

Yek ji serokên Heşdî Şeibî gef xwarin ku li dijî Amerîkayê li Iraqê şer bikin û peyamek da serokê Amerîkayê.

Serokê Esayib Ehlî El Heq Şex Qeys Xezelî di tora xwe ya taybet twitterê de ragehand, serdana veşartî ya serokê Amerîkayê Donald Trump bo Iraqê, rastiya projeya Amerîkayê ya Iraqê derxist holê.

Şex Qeys Xezelî di peyameke ji bo Trump de got û daxwaza vêkêşîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê kir û gef xwarin ku eger hêzên Amerîkayê bixwe dernekevin, wê demê ezmûn û şiyana wan heye ku naçar bikin hêzên Amerîkayê ji Iraqê derbikevin.

Ev daxuyaniya serokê Esayib Ehlî El Heq gef xwerinek aşkeraye, ku eger hêzên Amerîkayê li Iraqê xwe venekşînin, wê demê Heşdî Şeibî dê li dijî wan şer bikin û wan naçarî çûna dervey Iraqê bikin.

Başa dön tuşu