Hilêxistina rapora Beşar Ceferî û Dê Mîstora ya têkildarî Xûteyê li Civîna Konseya Ewlehiyê
Nûnerê Sûriyê li Rêxistian Neteweyên Yekbûyî got: Bi azadkirina hin beşên Xûteya rojhilat ji lepê terorîstan, 40 hezar kesên sivîl ji vê navçê derketin.
Li gorî rapora televîayona El-Exbariyê ya Sûriyê, Beşar Ceferî nûnerê Sûriyê li NY roja îniyê li civîna Konseya ewlehiyê ev welata berpirsiyarê paarstian canê welatiyên xwe da zanîn û destnîşan kir ku dewleta Sûriyê derbasgehên ewleh ên nû li Hemûriyê li Xûteya rojhilatê vekiriye.
Beşar Ceferî got: Konseya Ewlehiyê divê ji hin terorîstên ku vegeryane welatên xwe, dewet bike ku rola welaên xwe li şuxilandin, pergalkirin û hîndekariya terorîstan şirove bikin û hemî li ser cinaeta van welatan derheq gelê Sûriyê agehdar bibin.
Îstefan Dê Mîstora, şandiyê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê jî li civîna Konseya Ewlehiyê li raporekê ser alûgurên Sûriyê, agirbesa li Xûteya rojhilat nemayînde da zanîn.
Dê Mîstora ser pêwîstiya bi destxistina rêçareya siyasî ji bo kutakirina qeyrana Sûriyê teqez kir û got: Li vê barê nabe bêhêvî bibin.