ÎranNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina alûgorên rojavaya Asyayê û rola Îranê li navçê, ji mêhwerên herî girîng ên Civîna Ewlehiya Têhranê ye

Serokê Navenda Lêkolînên Stratêjîk ên Civata Kivşkirina Xêra Nizama Îranê, got: Hilkolandina alûgorên rojavaya Asyayê û rola Îranê li navçê, ji mêhwerên herî girîng ên Civîna Ewlehiya Têhranê ye.

Elîekber Wilayetî, serokê Navenda Lêkolînên Stratêjîk ên Civata Kivşkirina Xêra Nizama Îranê, li ser birêveçûna Civîna Ewlehiyê ya Têhranê, destnîşan kir: Naskirina navçê û raberkirina analîza wê ya deqîq, berhemanîn û xurtkirina edebiyata fikr û îdeyê, beşdariya li biryardayînê, rewanîşandayîn herwiha pêşeroja serûberiya ewlehiya rojavaya Asyayê ji armancên lidarxistina vê konfiransê ne.

Wilayetî herwiha got: Bêyî hevkariya navçeyî, dabînkirina ewlehiya welatên navçê û rawestana li hember êrişan û zêdexweziyên Amerîka û Rejîma Siyonîst wê dijwar bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu