ÎranNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina berfirehkirina peywendiyên dualî yên Îran û Kûbayê li hevdîtina Zerîf û Kastêro

Wezîrê karên derve yê Îranê û serokkomarê Kûbayê li vê hevdîtinê li bara berfirehkirina hevkariyên dualî bi taybet li beşa aborî û meselên  navneteweyî gotûbêj kirin.

Berfirehkirina hevkariyên  aborî û lidarxistina  civîna  serokên Tevgera Qeydnenasan li Venezeulayê û hilkolandina  alûgurên navçeyî û navneteweyî ji mijarên  hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê û serokkomarê Kûbayê bûn.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha pêştir tev Rîkado Kabrîsas, alîkarê serokkomar û wezîrê aboriyê yê Kûbayê hevdîtin kir û li ser berfirehkirina  hevkariyên  aborî yên du welatan gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf li qonaxa dudiyan a sefera welatên  Emerîkaya Latînê piştî hevdîina tev Kastêro ji Hawanayê ber bi Managowaya paytexta  Nîkaragoê çû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu