Wezîrê karên derve yê Îranê û serokkomarê Kûbayê li vê hevdîtinê li bara berfirehkirina hevkariyên dualî bi taybet li beşa aborî û meselên navneteweyî gotûbêj kirin.
Berfirehkirina hevkariyên aborî û lidarxistina civîna serokên Tevgera Qeydnenasan li Venezeulayê û hilkolandina alûgurên navçeyî û navneteweyî ji mijarên hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê û serokkomarê Kûbayê bûn.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha pêştir tev Rîkado Kabrîsas, alîkarê serokkomar û wezîrê aboriyê yê Kûbayê hevdîtin kir û li ser berfirehkirina hevkariyên aborî yên du welatan gotûbêj kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf li qonaxa dudiyan a sefera welatên Emerîkaya Latînê piştî hevdîina tev Kastêro ji Hawanayê ber bi Managowaya paytexta Nîkaragoê çû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)