IraqNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina bersiva bo plana Trump li parlimana Iraqê

Endama Hevpeymanioya Neteweyiya Iraqê li parlimana vî welatî ragihand: Parlimana Iraqê dil heye plana qedexetiya çûyîna welatiyên amerîkî bo Iraqê wek bersiva li hemberî qedexetiya çûyîna koçberên iraqî bo Amerîkayê hilkolîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Emel Etiye ji nûnerên Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê bi daxûyaniyekê i bîr xist: Donald Trump serokomarê teze yê Amerîkayê bi vê biryara xwe di pratîkê da dev ji sozên xwe yên berê li bara têkoşîna li hemberî têrorîsmê berdaye.

Vê nûnera parlimana Iraqê tevî ecêbmayîna ji biryara Trump ji bo wajokirina qanûna danîna sînoran ji bo hatina penaxwaz û koçberan ji welatên îslamî ji wan Îran, Iraq, Sûdan, Somalî, Lîbî, Sûriye û Yemenê bo axa Amerîkayê, got: Trump welatiyên welatên ku di rastiyê da û eşkere pişta DAIŞ û têrorîsmê digirin, nedîtine.

Etiyeyê bi gotina viya ku dewleta Amerîkayê bi biryarên visa nîşan dide ku ew ê piştgirya j komên têrorîst û ramanên tund û zêdegav bidomîne, her wiha got: Êdî bi fermî benda heftem a menşûra Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Iraqê nagire ber xwe û ev welata wekî welatekî serbixwe û xwedan mafê hakimiyetê mafê xwe heye ku ji xwe û welatiyên xwe berevaniyê bike.

Karê Donald Trump ku ji bo çûyîna welatiyên heft welatan ji wan Iraqê bo Amerîkayê qedexetî daniye, Bexda ecêbmayî kiriye; Bi taybet ku vê planê welatên piştgira têrorîsmê ji wan rêjîma siûdî û welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê û yên din negitine ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu