ÎranNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina berûlayên curbicur ên peywendiyên dualî yên Îran û Lêtonyayê

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Farsê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve, li duyemîn hevdîtina xwe ya fermî li lêtvoniyê tev Êdgar Rînkovîç, wezîrê karên derve yê Lêtonyayê, hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Farsê, li vê hevdîtinê ku bi hevdîtina taybet a du wezîrên karên derve, destpê bû û paşê bi beşdariya taximên hevrê, li mêvaniya xebatê ya navrojê ya wezîrê karên derve yê Lêtonyayê ser serê Zerîf, dewam kir, li bara peywendiyên dualî yên di warên siyasî, aborî û konsûlî û meselên navçeyî û navbeteweyî yên ku her du welat li ser wan hew didin, gotûbêj hate kirin.

Zerîf li vê hevdîtinê ji bilî ravekkirina warên hevkariyên hevpar ên li meselên siyasî û aboriyê, hêvîdariya xwe diyar kir ku asta peywendiyan û hevkriyên di navbera du welatan de, jorda here.

Wezîrê karên derve yê Lêtvoniyê jî bal kişand ser civîna aboriyê ya Îran- Lêtvoniyê ku bi beşdariya wezîrê krên derve bazirganên Lêtvoniyê, bi rê ve diçe, got: Gelek war bona hevkariya du welatan hene û Lêtonya ji zêdebûna hevkariyên du welatan di hemû waraan de, pêşwaziyê dike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu