AborîNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina derfet û pirsgirêkên ser riya xebitandina sermayê li Îranê

Civîna hilkolandin derfet û pirsgirêkên xebitandina sermayê li Îranê bi beşdariya sermayedanerên herî giring û şîrketên ewrûpî û hejmarek ji berpirsên îranî û karzanên aborî li hotela Lendmarka Londonê hat li dar xistin .

Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê li vê civînê de axivt û Komara îslamî ya Îranê wek welatekî ewleh li navçê da zanîn û bal kişand ser zirûf û derfetên aborî ji Îranê re û ji destpêbûna serdema geşatî û aramiya aborî li Îranê xeber da .

Serokê nivîsgeha serokkomar pêşeya nift,û gazê, av û enerjiyê, pêşeya tûrîzmê û tranzît û transportê û her wiha xizmetên teknîkî û endaziyariyê weke beşek ji zirûfên aborî li Îranê da zanîn .

Nihêrîna aborî ya welêt jî li gorî aboriya berxwedanê ye yanî divê îranî bona pêşketinê pala xwe bide zirûfên xwe yên di hundirve û li vî halî de pêwendiyên xwe bi derve jî qut neke . Ev hizr û wateya divê bi van derfetana werin kivş û zelal kirin û rewşa beşdariya biyaniyan li avedankirina Îranê jî divê li vê çarçovê de were diyar kirin.

Wezîrê bazirganiyê yê Inglîzê ji sipasî û qedirzaniya birêveberên inglîzî yên vê civînê kir û li bara sefera taxima pilebilind a bazirganî li pêşerojeke nêzîk de bo Îranê bona behrewergirtina ji zirûfên Îranê agahî da .

Civîna zirûf û derfetên xebitandina sermayê li Îranê bi axiftina berpirsan ji wan Pêyman Qurbanî alîkarê aboriyê yê banka navendî ya Îranê û hejmarek ji çalakên aborî li welêt dê bidome .

Hilêxistina fikar û dilgiraniya bêjerên vê civînê derheq dûrketina çalakên aborî yên Inglîzê ji hevrikên wan ên din li peywendiya aborî tev Komara Îslamî ya Îranê rastiya zelal a aboriya Îranê ji bo haziran eşkeretir kir . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu