NûçeFilistînÎranRojhilatanavin

İmam Xamaneî: Hecê îsal ‘neqebûlkirina Îsraîlê, alîgir’; Komkujiya Gazzeyê di dîrokê de cih girt

Rêberê Înqilaba Îslamî ayetulah Seyîd Elî Xamineyî roja 6ê Gulana 2024an li Têhranê bi rayedarên Îranê yên berpirsên karûbarên hecê û kesên ku ji bo pêkanîna merasima salane diçin bajarên pîroz ên Mekke û Medîneyê yên Erebistana Siûdî dicive.

Rêberê Înqilaba Îslamî Ayetullah seyd Elî Xamineyî got: Êrîşên hovane yên Rejîma Îsraîlê li zîvala Gazayê û berxwedana gelê Filistînê nîşaneyên zelal in ku rê li ber pêş ve diçin.

Rêberê Îranê roja duşemê li hevdîtina bi rayedarên Îranê yên berpirsên karûbarên hecê û kesên ku dê ji bo pêkanîna merasima salane herin bajarên pîroz ên Mekke û Medîneyê yên Erebistana Siûdî, ev agahî da.

Hezretê ayetulah Xamineyî got: Pêşketinên ecêb û mezin ên ku li Xezayê rû didin û rûyê rast ê “vampîr”ê ku ji nav şaristaniya rojava hatiye afirandin eşkere kiriye, dê ji bo paşerojê were tomar kirin.

“Ev ne mijarên balkêş ên îro û van rojan in, belkî ew ê di dîrokê de bimînin,” wî got.

Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişande ser wê yekê ku, eger piştgiriya Amerîkayê nebûya “Rejîma Siyonîst” newêrîbû kiryarên xwe yên hovane li dijî filistîniyan pêk bîne.

Rêbertî got, ne mimkûn e ku meriv li hember kesê ku hevkarê kuştinê ye an jî piştgirîyê dike, bi dilovanî tevbigere.

Wî her wiha got: Îran li benda hinekên din nebûye û dê tu carî jî li benda kesên din nemîne, lê piştevaniya tund a welat û netewên misilman dê berdewamiya rewşa xemgîn a gelê Filistînê rawestîne.

Hezretê ayetulah Xamineyî got: Divê merasimên hecê yên îsal ji merasimên salane zêdetir bi ronahiya ayetên Qurana pîroz û bîranîna Hezretî Îbrahîm (S) bên lidarxistin.

Rêbertî destnîşan kir ku divê merasîmên hecê yên îsal neyartiya dijminê Mislimanan û piştgirên wê yên siyonîst be.

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu