ÎranNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina hevkariyên navçeyî li sefera werzîrên karên derve û berevaniyê yên Îranê li Moskovayê

Balyozê Îranê li Moskovê got: yek ji mêhwerên gotûbêjên wezîrên karên derve û berevaniyê yên Îranê digel hevtayên xwe yên rûs li Moskovayê, hevkariyên navçeyî ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mehdî Senayî balyozê Komara îslamî ya Îranê li Rûsiyê roja duşemiyê bal kişande ser sefera hevdem a wezîrên karên derve û berevaniyê yên Îranê bo Moskovayê û pêkanîna gotûbêjên giştalî ku biryar e sibê anku sêşemê were lidarxistin, her viha got: Wezîrên karên derve û berevaniyê yên Îranê li vê seferê biryar e ku li hevdîtinêmn duyalî dighel wezîrên karên derve û berevaniyê yên Rûsiyê li bara miajrên siyasî, aborî û berevanî-ewlehiyê biaxivin.

Senayî li bara miajrên civîna sêalî di navbera wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê herwiha wezîrên berevaniyê yên van sê welatan miajrên cûrbicûr ji wan mijarên têkildarî rewşa Rojhilata navînê, Sûriye û hevkariyên navçeyî da zanîn.

Biryar e ku sibê anku sêşemiyê Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li sefera xwe ya Moskovayê digel Sêrgêyî Lavrov û Mewlûd Çawûşoglû weîrên karên derve yên Rûsiye û Tirkiyê hevdîtin û gotûbêj bike.

Serdar Sertîp pasdar Hisên Dêhqan wezîrê berevaniyê yê Îranê jî li Moskovayê wê digel Sêrgêyî Şaygo û Fikrî Îşîk hevtayên xwe yên ûris û tirk hevdîtin û gotûbêj bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu