ErebîstanFilistînNûçeRojhilatanavin

Hilweşiyana Alê Siûd ji ber hevgirtina bi siyonîstan re

Siyasetvanê filistînî got ku Rejîma Alê Siûd ji ber hevpeymaniya bi Rejîma Siyonîstî re dê têk here.

Ewez Ebdulfetah sekreterê giştî yê civata neteweyî ya demokratîk li welatên dagirbûyî yên 1948an a Filistînê roja duşemiyê li gotûbêja bi IRNA`yê re got:Hevpeymaniya hin rejîmên erebî bitaybet Rejîma Alê Siûd bi siyonîstan re dê bibe sedema hilweşiyan û sernixûnbûna wan.

Ebdulfetah herwiha ji lezketina hin rejîmên erebî jibo normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî tevî dewama cinayetên vê rejîmê li dijî xelkê û nirxên pîroz ên Filistînê rexne kir û got :Bi rejîma ku bi domandina dagirkirina erdên filistînî û Beytulmuqedesê û dorpêçkirina zîvala Gazayê, navça û cîhan aloz kiriye, nabe peywendiyê çê bikin.

Vî karzanê siyasî yê Filistînê Rejîma siyonsîtî rejîmeke terorîstî da zanîn û destnîşan kir: Gelê Filistînê tu riyek xêncî rawestan û berxwedana li dijî vê rejîma cinayetkar tine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu