İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hilweşyana tûneleke navokî li Amerîka

Rojnama Independent`ê li rapora xwe ya sêşemê nivîsî: tûneleke navokî li nîzikiya bajarê Hanforda Amerîkayê li rojhilata eyaleta Waşîngtonê hilweşiya.

Li gor rapora IRIB News`ê, ji zarê Rojnama Independent`ê tûneleke navokî ku berê ciyê derxistina Plotoniyomê bû li nîzikiya bajarê Hanforda Amerîkay/ li rojhilata eyaleta Waşîngtonê hilweşiya û karkerên vê navenda navokî ketin ber xetera madên jehrîn û radiyoaktîv ên bi xeter.

Li vê raporê hatiye ku piştî hilweşiyana vê tûnelê Amerîka “ Navenda operasiyonên xwe yên awarte“ pêk anî.

Hatiye ragihandin ku li vê navenda navokî madên gelek bi xeter yên wekî lokomotîvên zibilên navokî hebûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version