IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandeyên DAIŞê bi rêya qaçaxçiyan ji bajarê Telaferê direvin

Çavkaniyekî ji Asayîşa Neynewa aşkere kir ku, îro 19.07.2017 40 fermandarên biyanî yên DAIŞê ji bajarê Teleferê yê ku, ji aliyê Iraqê ve dorpêçkiriye bi qaçaxî reviyan.

Eqîd Xalid Cowarî ragehand ku, çekdarên DAIŞê û fermandarên wan hawlên xwe dikin ku, ji bajarê Telaferê yê ku, Hêzên Iraqê xwe jib o rizgarkirina wê re amade kirine birevin.Herwiha Eqîd Xalid Cowarî da zanîn ku, ew çekdarên DAIŞê beramber pereyan bi qaçaxî ji wî bajarî derdikevin.

Herwiha Eqîd Xalid Cowarî ragehand ku çekdar û fermandarên DAIŞê yên biyanî û Ereb ber bi welatên cîran ve direvin taybet bo Sûriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu