CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Hin çavkanîyan ragihandin ku li Sûdanê derbeya leşkerî qewimîye

Ajansa Nûçan a Reutersê ji zarê televîzyona dewleta Sûdanê di vî warî de ragihand: Biryar e ku Artêşa Sûdanê daxûyanîyeke girîng bi zûtirkê bide. Li benda daxûyanîyeke girîng ji hêla hêzên çekdar ve bin.

Ajansa Nûçan a Sputnikê jî di nûçeyeke lezgîn de ragihand: Radyoya dewleta Sûdanê niha sitranên şoreşgerîyê belav dike.

Artêşa Sûdanê Umer Al Beşîr ji hemî postan wêde daye û kabîna vî welatî jî hilweşandîye.

Artîşa Sûdanê îro bi serokatîya Ewez Bin Ûf civata veguhestina desthilatê pêk anîye.

Zêde ji 100 endamên Partîya Kongira Netewî ya Sûdanê ji hêla hêzên ewlehîyê yên ser bi Artêşê va hatine girtinê. Navenda Radyo û Televîzyona Sûdanê jî ji hêla Artêşa vî welatî va hatîye dorpêçkirinê.

Artêşa Sûdanê herwiha geştên esmanî yên Balafirgeha Navnetewî ya Xartûmê rawestandin û ten rê tê dayîn ku balafir dakevin.

Şayanî gotinê ye ku gelê Sûdanê ji meha Kanûna sala buhurî ve xwenîşandanên dijî dewleta Serokomarê vî welatî Umer Al Beşîr destpê kirine.

Başa dön tuşu