NûçeCîhanRojhilatanavin

Hindê mûşeka Balistîk a navokî ya Agni-5’ê ya erd-bi-erd ceriband

Hindê roja Pêncşemiyê qala ceribandina mûşeka balistîk a navokî ya erd-bi-erd bi navê Agni-5’ê bi birra 5 hezar kîlometreyî kir.

Li gorî rapora IRNA’yê, Fermandetiya Hêzên Stratejîk a Hindê roja Pêncşemiyê ragihand ku ceribandina mûşeka balistîk a navokî ya bi navê Agni-5’ê serkeftî bûye û ev mûşek ji Girava Ebdulkelamê li peravên Odîşayê hatiye avêtin.

Mûşeka Agni-5’ê ya erd-bi-erd bi dirêjahiya 17 metreyan, stûriya 2 metreyan û giraniya 50 tonî, bi ardûya hişk a sêqonaxî û pergalên herî nû yên firrînê ji bo lêketina deqîq li armancê hatiye çêkirin.

Ceribandinên berê yên Mûşeka Agni-5’ê bûbûn sebeba nerazîtiya welatên cînar û hevrik yanî Çîn û Pakistanê.

Ev ceribandina mûşekî di germegerma zêdebûna kêşeya digel Çînê piştî pevçûnên vê dawiyê li dirêjahiya sînorên kêşeliser li parêzgeha Arûnaçal Pradêşê (Arunachal Pradesh) li bakûrê rojhilatê Hindê pêk hatiye.

Başa dön tuşu