NûçeRojhilatanavin

Hindistanê moşekeke balîstîkî bi awayekî serkeftî ceriband

Rayedarên Hindistanê ragihand ku îro duşemê wan moşekek bi dûrahiya 4 hezar kîlometre ku dikare rahêje serikên nûkler bi awayekî serkeftî berdaye.

Berdevkê Rêxistina Parastin û Bipêşxistinê Mihaniş Bihardiwac ragihand ku moşeka “rûber-rûber” ji derverekê li nêzîkî berava Parêzgeha Ûrîsyayê hatiye berdan.

Li gorî agahiyan, dûrahiya moşekê digihêje 4 hezar kîlometre û dikarin rahêjin serikên nûkleer bi giraniya 1.000 kîlomgramî. Hêjayî gotinê ye ku ev ceribandina 4an a moşekên Agni-4 e ku tenê yek ji wan bi ser neketibû. Ev ceribandin bi rojekê piştî wê ceribandina moşeka Agni-5ê tê ku dihesibe moşeka nav-parezmînan û digihgêje 5 hezar kîlometreyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu