CîhanNûçeRojhilatanavinZanîstî

Hindistanê peykeke nû şand fezayê

Hindistanê ji bo pêşvabirina xebatên xwe yên radar û şopandinê peykeke nû şande fezayê.

Rêxistina Lêkolînên Fezayê ya Hindistanê (ISRO) daxuyand peyka RISAT 2B bi roketa “Polar Satellite Launch Vehicle” (PSLV) va ji baregeha fezayê ya li eyaleta Andra Pradeşê şandine fezayê.

Di daxuyaniyê da hat gotin peyk bi radarê va hatiye amadekirin, wê di qadên çandinî, daristan û rêvebiriya afatê da bê bikaranîn.

Rêxistina Lêkolînên Fezayê ya Hindistanê tevî vê peykê îsal 3 peyk şandin fezayê.

Başa dön tuşu