NûçeRojhilatanavin

Hindustanê li dijî serkirdeyê Ceyş Mihemed li Pakistanê doz vekir

Ajansa Neteweyiya Lêkolînên Hindustanê serkirdeyê koma têrorîst a “Ceyş Mihemed“ê hokara sereke ya êrîşa li ser baregeha hewayiya “Pitan Kot“a Hindê da zanîn.

Li gorî rapora roaj pêncşemiyê ya Mehr News`ê, Ajansa Neteweyiya Lêkolînên Hindustanê Mewlana Mesûd Ezher serkirdeyê koma ceyş Mishemed`ê li pakistanê wek sebebkarê sereke yê êrîaş lis er baregeha hewayiya “Pitan Kot`ê li parêzgeha Pencaba vî welatî da zanîn û li dijî wî doz vekir.

Di meha Çileya 2016`an baregeha hewayiya Pitan Kota Hindustanê kete ber êrîşê ku di encama pevçûnê da ku 18 saetan dirêj bû û di dawiyê da 7 kes ji hêzên ewlehiyê yên Hindustanê û 4 kes ji êrîşkerên çekdar hatin kuştin.

Dewleta Hindustanê li ser vê bawerê ye ku Mewlana Mesûd Ezher sebekarê sereke yê êrîşa li ser baregeha hewayiya Pitan Kotê ye û ji dewleta pakistanê xwestiye ku lêkolînên cidî li bara vê bûyerê pêk bîne.

Her çend ku dewleta Islam Abadê ji bo hilkolandina vê bûyerê Mewlana Mesûd ezher û 12 kes ji endamên koma Ceyş Mihemed girtin û tîmeke lêkolînê şande Hindê; Lê dewleta Pajkistanê îdia kir ku kesên vê komê tu rola xwe li êrîşa lis er baregeha hewayiya Pitan Kotê tinebûne.

Dewleta Hindê heta niha çend caran hewil daye ku navê Mewlana Mesûd Ezher bixe nav lîsteya komên têrorîst a Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY); Lê her carê dewleta Çînê tê û wê Vêto dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu