EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Hinek penaberan li ser rêya Belçîkayê wenda bûn

Nêzîkî 25 penaber gava ku diçûn welatê Belçîkayê, di rê de qeza derbaskirin. Hat diyarkirin ku hejmareke wan jiyana xwe ji dest daye û çarenûsa yên din ne diyar e.

Li gorî agahiyan xizmekî wan koçberan diyar kir ku otomobîleke ku penaberên kurd, efxan û erebên Iraqê tê de, gava ku diçû Belçîkayê di rê de qeza derbas kiriye û di encamê de hejmareke wan penaberan jiyana xwe ji dest daye û hinek jî birîndar bûye.

Wî xizmê wan penaberan da zanîn ku yekî ji wan kesên birîndar bi rêya telefonê agahî daye wan otomobîla wan qeza kiriye û di encamên de hinekan jiyana xwe ji dest daye û her wiha çarenivîsa hinekan jî nayê zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu