FilistînNûçeRojhilatanavin

Di navbera filistîniyan û leşkerên Siyonîst li mizgevta El Eqsayê de pevçûn derket

Bi dehan bajaroknişînên Siyonîst li kiryareka îhanetbar êriş birine hewşên mizgevta El Eqsayê.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, bi dehan bajaroknişînên Siyonîst, sibeha îro pêncşemiyê, bi piştgîriya leşkerên îsraîlî ji deriyê Bab El Muxaribeyê ve êriş birine ser mizgevta El Eqsayê. Leşkerên Siyonîst gulle berdane nimêjkerên filistînî ku li dû vê êrişê, nimêjker bi avêtina sol û geviran, li hember wan sekinîn.

Rewşa mizgevta El Eqsayê hîn jî aloz e û bajaroknişînên Siyonîst, hin reftarên bi îhanet dijî nimêjker û îtikafkeran, cih tînin.

Mizgevta El Eqsa (Mescid Ul Eqsa) wekî sîmbola sereke ya pênaseya îslamî- filistînî yê bajarê Beyt Ul Muqedesê, hertim ketiye ber kiryarên kawilker ên Rejîma Siyonîst. Ev cihê pîroz bûye meydan û qada leşker û bajaroknişînên Siyonîst ji bo ji navbirina pênaseya îslamî û mesîhî ya Beyt Ul Muqedesê û danîna sîmbolên Siyonîstan dewsa wan.

Başa dön tuşu