ÎranNûçeRojhilatanavin

Hisên Emîrevdillahiyan: Ceribandinên mûşekî yên Îranê mijareke navxweyî û têkildarî xurtkirina şiyana Îranê ya berevaniyê ye

Hisên Emîrevdillahiyan destyarê taybet ê serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li warê navneteweyî da êvara îniyê li hevpeyivîna digel kanala têlêvîziyoniya Russia Today`ya Erebî her wiha got: Ceribandinên mûşekî yên Îranê ji bo sekinîna li hemberî dijminan li navçeyê ye.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li warê navneteweyî da her wiha bal kişande ser hikma dijî koçberiyê ya Donald Trump serokomarê bi gengeşe yê Amerîkayê û got: Trêmp gere ku rê li ber sefera welatiyên Erebistana Siûdiyê bo Amerîkayê digirt; Çimku Erebistana Siûdî piştgira têrorîsmê û saziyên têrorîst li navçeyê ye.

Hisên Emîrevdilahiyan destyarê taybet ê serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li warê navneteweyî da destnîşan kir: Eger Trump Lihevkirinameya Navokî bidirîne, wê Îran êgir pê xîne.

Wekî karê herî teze yê hevaheng navbera Waşîngton û Riyazê, êvara îniya buhurî Trump bi îdiaya têkoşîna li hemberî têrorîsmê fermana sepandina bisînorkirinên berfire ji bo sefera penaxwaz û koçberan ji welatên îslamî ji wan Îran, Iraq, Sûdan, Somalî, Lîbî, Sûriye û Yemenê bo axa Amerîkayê wajo kir.

Vî karê serokomarê teze yê Amerîkayê tenê çend mehan piştî eşkerebûna hebûna destê 15 welatiyên siûdî li bûyera têrorîstî ya 11`ê Îlona 2001`ê ku li dijî bircên cêwî li New York`ê û hin navendên hestiyar li Waşîngtonê pêk hatibû, serê xwe girt.

Li pey eşkerebûna hin belgeyan li bara beşdariya welatiyên siûdî li vê opêrasiyona têrorîstî, gellek ji malbatên goriyên amerîkî dozek li dijî dewleta Siûdî vekriin û her du partiyên Komarxawz û Dêmokrat jî li ser eşkerekirina belgeyan pêgirî kirin; Tevî viya siûdiyan gef li Obamayê serokomarê pêş ê Amerîkayê xwarin ku ew ê 100 miliyar dolar ji heyitiyên xwe ji Amerîkayê derxînin û ew jî neçar ma ku vê mijarê di bêdengiyê da bihêle.

Donald Trump her wiha pêştir destnîşan kiribû ku Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyra bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar xerabtirîn lihevkirin e ku wî heta niha dîtiye.

Donald Trump di heyama rikeberiyên hilbijartina serokomartiya Amerîkayê jî hertim Lihevkirinnameya Navokî weke “Karesat“ û “Xerabtirîn Lihevkirinameya Cîhanê“ dabû zanîn û soz dabû ku eger bibe serokomar  û  piyê wî bigihêje Koşka Sipî, ew ê di heman roja yekem da Lihevkirinameya Navokî bidirîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu