CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Hisên Xanzadî: Amadetiya tam jibo berevaniya ji sînor û berjewendiyên Îranê heye

Fermandarê Hza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Amadetiya tam jibo berevaniya ji sînor û berjewendiyên welêt li hemberî her cûre gefekê heye û tu ciyawaziyek tune ku gef jia liyê amerîkiyan an her welatekî din be.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr Deryadar Hisên Xanzadî, Fermandarê Hza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Yekşemiyê bi şev li kêleka merasîmekê l Bender Ebasê di hevpeyivîna digel nûçegihanan da bi gotina vêya ku şandina gemiya firokehilgir a Amerîkayê bo Kendava Farsê mijkareke nû nîne, her wiha got: Tu hegerek jibo girîpêdana bi vê kiryarê tune û hebûna amerîkiyan li navçeyê, nimayîşî, bêfeyde û xapînok e.

Fermandarê Hza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Deryadar Hisên Xanzadî tevî pêgiriya li ser vêya ku hebûna amerîkiyan li navçeyê gihîştiye dawiya xwe ş divê navçeyê biterkînin, her wiha got: Tenha riya xurtkirina izet, hêz û ewlehiya komkî ya navçeyê, pêkhatina hevkariya navçeyî ye ku ev hevkarî û zirûfên heyî, rê li ber kiryarên nedurust ku Amerîka li navçeyê pêk tîne, digire.

Can Bolton, Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Sipî ya Amerîkayê vê dawiyê di dewama pêgiriya li ser siyasetên şerxwaziyê yên Amerîkayê li dijî Îranê, qala şandina firokeyên bomberêj û gemiya firokehilgir a amerîkî bo Kendava Farsê kiriye.

Başa dön tuşu